Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di bin sifirê de bi 19 pileyi ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Navenda Texmîn û Hişyariya Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hulmegura bilind a Sîbîryayê de ye, hewayê ewrsayî û ewrayî be. Li gor texmînan bi şev û serê sibê jî mij û dûman wê hebe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di bin sifirê de 19, li Qersê di bin sifirê de 17, li Agiriyê di bin sifirê de 7, li Mûş, Hekarî û Îdirê di bin sifirê de 3, li Bidlîsê di bin sifirê de 5, li Erziromê di bin sifirê de 6 pile û li Ezircan û Wanê pileyek hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê li Îdirê 11, li Ezircanê 7, li Hekaryê 8, li Wanê 6, li Mûşê 4, li Erziromê 3, li Bidlîsê pileyek, li Erdexanê di bin sifirê de 4, li Qersê di bin sifirê de 3, li Agiriyê di bin sifirê de 2 pile be.
Li navendên bajaran qalindahiya berfê li Bidlîsê 154, li Agiriyê 39, li Mûşê 35, li Qersê 17, li Ezurmê 23, li Erdexanê 12, li Hekariyê 3 santêm, li Çiyayê Kopê 51 santêm, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 106, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 97, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 140, li Ergana navenda xweşiqitandinê 77 santêm hat pîvandin.
- Rêya 25 gundên Bidlîs û Mûşê hat girtin
Ji ber berf û bagerê li Mûşê rêya 20 gundî, li Bidlîsê rêya 5 gundan girtî ne. Ekîbên berfê dixebitin.