Türkan Tosun
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da 10 pileyan va li Qersê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, car caran ji hêla başûr va bayekî nîvqewî wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê pileyek, di binê sifirê da li Qersê 10, li Erdexanê 8, li Erziromê 4, li Erzinganê û Agiriyê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Erzinganê 7, li Îdirê 6, li Erziromê 4, li Agiriyê 3, li Qersê pileyek, li Erdexanê jî di binê sifirê da 2 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Erziromê 5, li Qersê 10, li Erdexanê 4, li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 19, li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê 27 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li herêmê serê sibê û bi şev qeşa û cemed wê çêbibe, divê welatî û rayedar baldar bin û tevdîra xwe hildin.
- Li Agiriyê mij û dûman
Li Elaşgira navçeya Agiriyê jî mij û dûman çêbû.
Li navçeya ku hewa pir sar e li ser rêya Agirî û Erziromê mij û dûman çêbû ku şofêran zehmetî kişand.