Li Qersê berf û serma
Li Qersê berfa ku barî û sermaya çêbû bû sedema zehmetiyan.
Kars
Li Qersê berfa ku barî û sermaya çêbû bû sedema zehmetiyan.
Li bajêr 2 roj e dem demî berf dibare.
Li xwezaya ku bi berfa spî va nixumî heywanên kovî jî hewl didin ji xwe ra xwarinê bibînin.
Ji ber berf û sermayê li ser dar û beran qurawî çêbû, paceyên kargeh, mal û wesayîtan qeşa girtin.
Li Navçeya Sarîqamîşê qalindahiya berfê gihîşt heta 15 santîmêtroyan.
Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn ên Rêbejayê li ser rêya Qers û Erziromê berfê paqij kirin. Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê jî li ser peyarêyan berf paqij kirin.
Civîkên li ser dar û beran jî di nav berfa ku bariye da dîmenên xweş derxistin holê.