Jiyan

Li Qers, Erdexan, Erzirom û Tunceliyê zivistan dijwar derbas dibe

Günay Nuh, Cüneyt Çelik, İlhami Erkılıç, Hüseyin Demirci, İdris Karaoğul, Koray Kola, Sidar Can Eren, Anıl Aydın  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Li Qers, Erdexan, Erzirom û Tunceliyê zivistan dijwar derbas dibe Cüneyt Çelik

Erzurum

Li Qers û Erdexanê berf barî û li Erzirom û Tunceliyê jî serma û seqem bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.

Li Erziromê ji ber hewaya sar camên wesayîtan cemed girt.

Hin welatiyan ji bo parastina wesayîtên xwe betanî li wesayîtên xwe pêçan û li ser banên avahî û kargehan şembelîkên dirêj çêbûn.

- Erdexan

Li Erdexanê hewaya sar cihê xwe da berfê. Ji ber berfa barî bajêr sipî bû.

Rê û wesayîtên parkkirî bi berfê hatin nixumandin.

- Tuncelî

Li Tunceliyê berfa ku di şevê da dest pê kir, park, baxçe, kolan û rêyan bi sipî nixumand.

Welatiyan berfa ku li ber mal û kargehên wan kom bûbû paqij kirin.

Hin ajokaran di rêyên qeşagirtî da zehmetî kişandin.

- Qers

Berfa ku duh êvarê li Qersê dest pê kir, berdewam dike.

Navenda bajêr ku ji ber barîna berfê sipî bûye, dîmenên xweşik derketin holê.

Li navçeya Sariqamîşê jî berf bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın