Jiyan

Li Mûşê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan hatin tetîlkirin

İbrahim Yaldız  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Li Mûşê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan hatin tetîlkirin

Muş

 Li Mûşê ji ber şert û mercên hewaya nebaş li tevahiya bajêr dibistan bo sibê hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li gor nirxandinên meteorolojîk sibê dê li tevahiya bajêr berfa gur bê.

Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:

"Di 9ê rêbendana 2026an roja înê li hemû saziyên perwerdeyê yên taybet û fermî yên li tevahiya bajêr (ji bilî zanîngehê) ji bo rojekî dibistan hatin tetîlkirin. Her wiha astengdar, ducaniyên li saziyên kamuyê dixebitin û xebatkarên jin ên ku zarokên wan ên li pêşdibistan û kreşan dewam dikin hene jî bi îzna idarî hatin hesibandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.