Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
03 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2024
Li Qersê piştî barana ku du roj e dibare li deverên bilind berf barî.
Serê Çiyayê Allahûekber yê li ser sînorê Qers, Erzirom û Erdexanê ji berfê sipî bû.
Li navçeya Sariqamîşê jî li Çiyayê Soganliyê berf barî.
Ji ber sermayê camên wesaîtan cemed girt û li Geliyê Keklikê qiravî çêbû.