Hüseyin Demirci
03 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hirçên boz ji bo xwarinê bibînin daketin nav bajêr.
Hirçên ku piştî dinya tarî bû daketin nav bajêr, di konteynerên ziblê da li xwarinê geriyan.
Hirçên boz van dawiyan dikevin baxçe û pelikên welatiyan jî.
Şêniyê Taxa Înonuyê Muhittin Uzunay ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku hirç êdî ji tên heta hewşên malên wan.
Uzunay bal kişand ku van dawiyan ew êdî gelek carî di nav taxê da hirçan dibînin û wiha dewam kir:
"Berê diketin konteynerên ziblê, lê niha ev sê roj in dikevin hewşê. Di cihê êzingan da penêr hebû, penêr birine. Vê carê jî ketiye pelika me, 10 mirîşk û 3 werdek telef kirine, xwarine. Taxa me li keviya daristanê ye, lewma çawa dibe êvar, hirç berê xwe didin taxê. Ji tirsana em newêrin derkevin derva."
Uzunay xwest ku rayedar der barê mijarê da tedbîran bistînin.