Orhan Onur Gemici
29 Adar 2023•Rojanekirin: 29 Adar 2023
Li paytextê ji serê sibehê pê va berf dibare.
Duh li Enqereyê bi tavî û teyrokê ra baraneke gur barî, îro jî di destpêka rojê da berfê dayê.
Berf li aliyê deverên bilind ên wekî Dîkmen û Încekê zêdetir barî û berfê ser wesayîtan girt.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve li ser rêyên sereke dixebitin.
Tê payîn ku li bajêr berf heta êvarê bibe.