Murat Çelik
05 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Li Mûşê gundê Egirmeçê bi pergala niqutandina avê dest bi hilberîna zebeşan kirin.
Cotkar Muzaffer Esenê ku ji Diyarbekirê hat Mûşê, li erdekî bi qasî 270 donimî şitlên zebeşan yên ku ji Antalyayê anîne, danî.
Li zeviya ku bi pergala niqutandina avê zebeş tê hilberîn, 25 pale dixebitin.

Esen daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku av û hewaya Mûşê ji bo zebeş pir baş e.
Esen qal kir ku bi xêra pergala niqutandina avê ew îsal li benda ber û bereketeke zehf in û wiha pê da çû:
"Bi vê pergalê tûrên zebeşan zû digihêjin, xwelî zû germ dibe û kandêlkirina zebeşan bi qasî 25-30 rojî pêşta tê kirin. Em nêzî 2500-3 hezar ton zebeş radikin. Em zebeşê xwe dişînin Wan, Mûş, Erzirom, Diyarbekir û Batmanê. Zebeş ewilî li Diyarbekirê derdikevin. Bi vê pergalê zebeşê Mûşê jî wê bi zebeşê Diyarbekirê ra bigihêje."
Hatîce Ozbahçeciya dayika 8 zarokan ku tevî hevserê xwe ji Dêrika navçeya Mêrdînê hatiye û li gundê Otaçê zeviyeke 150 donimî îcare kiriye û zebeş danîne, jî qala zehmetiya şert û mercan kir û got ku ew debara xwe bi vî karî dikin.