Sabri Yıldırım
08 Adar 2025•Rojanekirin: 08 Adar 2025
Li Mûşê xebatên vekirina rêyên ji ber berf û bagerê hatine girtin, didomin.
Ji ber berf û bagerê li bajêr rêya gundên Derecik, Ilica, Agilliyê ku li devereke 2 hezar û 500 mêtro bilind e, hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet ya Mûşê li devera ku cî bi cî 4 mêtro berf heye, xebatên xwe didomînin.
Ekîb di nav şert û mercên dijwar da hewl didin ku rêya gund û mezreyan vekin.