Jiyan

Li Mûşê tevî berf û seqemê ajeldar xwedîkirina ajelên xwe didomînin

Ömer Varlık  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 14.01.2026
Li Mûşê tevî berf û seqemê ajeldar xwedîkirina ajelên xwe didomînin Ömer Varlık

Muş

Li gundên çiyê yên Mûşa ku zivistan lê dijwar derbas dibe, ajeldar tevî berf û seqemê xwedîkirina ajelên xwe didomînin.

Tevî berf û bagera giran a ku bandorê li bajêr dike, ajeldar jî li hember şert û mercên zivistanê yên dijwar jî li ber xwe didin.

Eyup Omurê ku li gundê Behçeta ku 56 kîlometre dûrî navenda bajêr û raqima wê 1800 metro ye, pez xwedî dike, biryar da ku ajelên xwe yên ku alifên wan qediyabû, bibe gundê Yukariyongaliyê.

Omurê ku bi alîkariya şivanên xwe, bi keriyê xwe ra derket rê û tevî berf û bagera giran, piştî rêwîtiyek dijwar a 4 saetan gihîşt gund.

Li herêmê berf bi navber dibare, heywanên ku di goman da tên xwedîkirin, di nava rojê da giya li ser berfê direşîne û pezê xwe berdide ser.

Omurê ajeldar, ji rojnamevanan ra got ku li herêmê di zivistanê da xwedîkirina ajelan pir dijwar e.

Omur diyar kir ku ew di mehên zivistanê yên dirêj û dijwar da zehmetiyê dikişînin û got, "Li vir 6 mehên salê berf dibare. Ji ber vê yekê, em 6 mehan alif didin ajelan xwe. Xwedîkirina ajelan dijwar e, lê em hîn bûne. Ez jiyana bajêr bi vê jiyanê naguherim. Ev jiyanek bi tevahî cuda ye. Çiqas berf bibare jî, em ji jiyana xwe razî ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın