Li Hekariyê tenduristvan di şert û mercên dijwar da nexweşên malan teqîb dikin
Hakkari
Xebatkarên Yekeya Tenduristiya li Malê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê li bajarê ku qalindahiya berfê ji 2 mêtreyî zêdetir e, di şert û mercên dijwar ên zivistanê da teqîbata tibî ya nexweşan dikin.
Ekîbên Xizmetên Tenduristiya li Malê ku li navenda bajêr û navçeyan wezîfeyê dikin, li bajarê ku piraniya wê hevraz û berjêr e, seba xwe bigihînin nexweşên ku di pergalê da qeydkirî ne, mesaiyeke zêde xerc dikin.
Ekîba ku ji bijîşk, hemşîre û teknîkerê tenduristiyê pêk tê û di yekeya nexweşxaneyê da dixebite, di van rojên ku zivistan dijwar derbas dibe da jî li gor plansaziya amadekirî dixebitin.
Wezîfedarên ewlehiyê her roj bi ambulansên techîzkirî va li ser eraziyên dijwar ra çendîn kîlomêtreyan rê diçin. Carinan jî cihê ku wesayît naçê, peyatî diçinê.
Ekîb li bajêr bi rêk û pêk teqîbata tibî ya 1600 kesî dikin, ekîban di vê çarçoveyê da par 33 hezar ziyaret pêk anîn. Ekîbekî Herî dawî li gundê Kaymakliyê ku berfê pêçaye, Huseyîn Uyanê 89 salî kontrol kir.
Hemşîre Ayşe Bozuyuka ku di ekîbên da cih digire, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew li herêma ku erdnîgariya wê dijwar e û hevraz-berjêr lê zêde ne, xizmeta nexweşên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û xizmeta nexweşên astengdar dikin.
Bozuyukê daxuyand ku ew guh nadin rewşên neyênî û xizmeta nexweşên malê didomînin.
Huseyîn Uyanê ku tenduristiya wî tê şopandin jî got ku wezîfedar bi rêk û pêk û li gorî periyodekê tên gund, wan ziyaret dikin û wiha dewam kir, "Me tedawî dikin, derman didin me. Xwedê ji wan razî be."
