Haydar Şahin
25 Gulan 2019•Rojanekirin: 27 Gulan 2019
Li Mûşê gavan ji bo heywanan biçêrînin her roj wan ji Çemê Qeresiyê ra derbas dikin.
Gavan ber destê sibê 180 serî dewarên Taxa Yeşîlceyê ji çêm ra derbas dikin û dibin diçêrînin.

Gavanên ku li çil û çiyan heywanan diçêrînin piştî ku roj diçe ava dîsa heywanan ji çêm ra derbas dikin û tînin gund.
Mustafa Îrfan Subaşiyê mixtarê taxê diyar kir ku piraniya erdê wan ê beytûn yê lê dêwêr diçerînin li wî aliyê çêm in.

Subaşî destnîşan kir ku gavan di rojê da 2 can dêwêr ji çêm a debas dikin û wiha pê da çû:"Ji bo ku havînê heywanên xwe biçêrînin dibê derbasî wî alî bibin. Dema ji çêm derbas dibin kevir ji binê lingên wan ra diçin. Çend serî dewarên me wisa mirar bûn. Ji bo ku ji çêm derbas bibin pire hatiye çêkirin lêbelê pire hinekî dûr e. Ji ber ku di nav zeviyên ajotî yên gundiyan da ne jî mecbûrî gavan dêwêr ji çêm ra derbas dikin."
Ekrem Yilmazê gavan jî qal kir ku dema heywanan ji çêm ra derbas dikin gelek caran tengasiyê dikişînin.