Jiyan

Li Mûşê pezbirê dest pê kir

Rêncber Mehmet Emîn Demir: "Em salê carekê pezê xwe dibirin. Hirî zivistanê pez germ dihêle û havînê jî dibe sedema nexweşiyan. Ji ber vê yekê em pez dibirin, ji hiriya wê jî dahatê bi dest dixin"

İbrahim Atmaca  | 21.05.2019 - Rojanekırın : 23.05.2019
Li Mûşê pezbirê dest pê kir

Muş

Li Mûşê bi germbûna hewayê ra rêncberan dest bi birîna pez kir.

Li gundê Karabeyê yê li ser navendê rêncberên ku amadehiya derketina zozanan dikin, meqes û hevrîngan va pez birîn û dîmenên rengîn derketin holê.

Rêncberan ji bo hênik bibin dest bi birîna pez kir û bi firotina hiriya wan jî dahatê bi dest dixin.

Rêncber Mehmet Emîn Demir daxuyanî da û got ku heyama pezbirînê dest pê kir.

Demir wiha axivî: "Em salê carekê pezê xwe dibirin. Hirî zivistanê pez germ dihêle û havînê jî dibe sedema nexweşiyan. Ji ber vê yekê em pez dibirin, ji hiriya wê jî dahatê bi dest dixin."

Demir bal kişand ku heywanên tên birîn, qelew dibin û wiha dewam kir, "Em mihekê di 15-20 deqîqeyan da dibirin. Kesek rojê dikare nêzî 15-20 mihî bibire."

Rêncber Harun Demir jî qala birîna pez kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın