Jiyan

Li Mûşê, laleyên bi navê "Mûş 1071" hatin tescîlkirin, vebûn

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 04.05.2025 - Rojanekırın : 06.05.2025
Li Mûşê, laleyên bi navê "Mûş 1071" hatin tescîlkirin, vebûn

Muş

Li Mûşê, laleyên ku emrê wan qasî sê hefteyan e yên ku bi navê "Mûş 1071" hatine tescîlkirin, vebûn.

Laleyên ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Veberhênana Nebatê ya girêdayî Wezareta Daristan û Çandiniyê va hatin tescîlkirin vebûn.

Ereziyên bi vebûna laleyên reng rengî xemilîn, dîmenên nuwaze derxistin holê.

Tebîethez û wênehez hatin gundê Lalelî ku 17 kîlometre ji navenda bajêr dûr e. Wênehezan li vir bi telefon û kamerayên xwe va wêne girtin.

-Deşta Mûşê bi rengê sor xemilî

Wênekêş Hatice Taşciyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew digel hevalê xwe hatîye vir ku laleyan bibîne.

Taşciyê got, "Ev demeke dirêj bû ku min dixwest bêm herêmê laleyan bibînim. Lê ji ber ku emrê laleyan sê hefte ye nedigihiştim wextê vebûnê. Îro me lale dîtin û wêne girtin. Pir xweşik in. Deşta Mûşê bi rengê sor xemilî ye. Ez gazî hemî kesan dikim ku bên herêmê laleyan bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın