İbrahim Yaldız
14 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2023
Li Vartoya navçeya Mûşê kûçikan jineke pîr girt.
Medîne Kiziltaşa 79 salî li Taxa Yukarialagozê ya li ser navçeyê dijî û Kiziltaş di 12ê Berfanbarê da wexta ku di rê da dimeşiya, kûçikan êrîşî wê kir.
Kûçikan dest û lingê jinikê girt û ew birîndar kir. Xizm û eqrebayên pîrejinê kûçik dan ber keviran û dûr xistin, paşê pîrejin revandin nexweşxaneyê.
Li nexweşxaneyê birînên Kiziltaşê hatin pêçan û kontrolên wê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa wê baş e.
Kiziltaş îro anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Pispora cerahiya plastîk û estetîkê Dr. Îlkay Şamil Beydîlliyê kontrolên Kiziltaşê kirin û got ku di çîpên jinikê û destên wê da birînên mezin hene.
Beydîlliyê diyar kir, piştî bûyerê Kiziltaş anîn serwîsa acilê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û wiha dewam kir, "Pêşiyê ji ber şik û gumana harbûnê me tedawiyeke qismî kir. Vê carê jî me ji bo kontrolê gazî kirê. Çendeke kûçikên serberedayî gelek kesan digirin. Jimara nexweşên ku kûçikan girtine, zêde bûn. Kûçik zarok û kal û pîran digirin. Piştî tedawiyê wê aşiyên harbûnê li nexweşê bidin. Ji ber ku pîr e, rîsk zêdetir dibe."
Waliya Mûşê jî daxuyanî da û diyar kir ku ji bo pîra 79 salî teşxîsa harbûnê nehatiye danîn, pîrejin piştî tedawiyê şandine mala wê û tê şopandin.