Jiyan

Li Mûşê gûlika ku li serê çil û çiyan tê berhevkirin bû deriyê debarê

Sabri Yıldırım  | 12.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Li Mûşê gûlika ku li serê çil û çiyan tê berhevkirin bû deriyê debarê

Muş

 Li Mûşê bi hatina biharê û germbûna hewayê ra li ser çil û çiyan gûlik hêşîn dibe û ev gûlik li bajêr dibe deriyê debarê.

Şêniyên bajêr berê xwe didin herêma Şenyayla û Çiyayê Kozmayê ku 35 kîlomêtre dûrî navendê ye û bi kêran gûlikê ji kokê va jê dikin û torbeyê xwe tije dikin û vedigerin malên xwe.

Li malê jî pincar ji xalî û xesarê tên paqijkirin û paşê dibin sûkê û li ser dezgehan difiroşin. Qismekî gûlikê ji li malê seba xwarinê tê hildan.

Nevzat Subaşiyê ku gûlikê diçine diyar kir ku ev pincar di meha adar û nîsanê da tê çinîn û weke ispanaka herêmî tê pênasekirin.

Subaşi daxuyand ku ev pincar bixwe hêşîn dibe û şifa tê da heye û wiha dewam kir, "Pincarên ku li mêrg û mexelên me hêşîn dibin, ji aliyê gel va tên çinîn û berhevkirin û jê xurek tên çêkirin. Em wek şêniyên herêmê van pincaran dixwin û me tu zirara wan nedîtiye. Em pincarê difiroşin û dahat jî jê çêdibe."

Mahmut Aksu jî diyar kir, li deverên bilind bi helîna berfê ra gûlik hêşîn dibe û ew ji bo çinîn û berhevkirina vê pincarê şeveqa sibê tên herêmê û emrê vê pincarê mehek e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın