Sabri Yıldırım
20 Gulan 2021•Rojanekirin: 25 Gulan 2021
Îsal zivistanê zêde dewam kir û dinya jî dereng germ bû, ji ber vê jî danîna şitilên zebeşan jî dereng ma û li Mûşê danîna şitilên zebeşan dest pê kir.
Li Tirkiyeyê ji bajarên wek navendên zebeş tên danîn yek jî Mûş e û niha danîna şitilên zebeşan dest pê kir.
Li gundê Gokyaziya ser navçeya Haskoyê 110 donim zevî ji bo danîna şitilên zebeşan hat amadekirin.
Bariş Tekînê ku şitilan datîne got ku wî bi derfetên xwe şitil hêşîn kirin û wiha domand: "Ev demeke dirêj e ku ez vî karî dikim. Min jî biryar da ku ez îsal bi xwe zebeş deynim. Di merheleya ewil da ez hêvî dikim ku nêzî 2 hezar ton zebeş rakim. Em ê zebeşên ku bigihîjin bişînin Edene, Mêrsîn, Stenbol û Bursayê. Heta niha bi qasî 200 hezar lire mesrefê me çêbû û em hêvî dikin ku bi qasî milyonek lire dahat jê bê."