Ulaş Güven,Sayim Harmancı
23 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Li deverên bilind ên Hekariyê û li navçeya Yuksekovayê berf ket.
Berfê Çiyayê Simbil ê ku raqima wê 3 hezar û 467 e û derdora wê ya bilind spî kir.
Li Yuksekovayê jî bişev berfê dayê û navenda navçeyê bi berfê spî bû.
Li hin deverên ku berf lê ket, şofêran tengasî kişand.
Welatiyan berfa pêşiya kargehên xwe û berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.
Ji şêniyên bajêr Engîn Yilmaz diyar kir ku berf îsal zû ket û wiha dewam kir, "Em li bendê nebûn ku evqas zû bikeve. Ji bo me jî bû surprîz."