Günay Nuh,Cüneyt Çelik
23 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Li Erdexan û Qersê ji ber sermayê qiravî çêbû û lîçên biçûk cemed girtin.
Li Erdexanê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 4 pile hat pîvandin û ji ber sermayê camên wesayitan cemed girt û li ser dar û beran qiravî çêbû.
- Qers
Li Qersê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 6 pile û li navçeya Sariqamîşê 9 pile hat pîvandin. Ji ber sermayê li Qersê û Sariqamîşê camên wesaîtan cemed girt, li ser dar û beran qiravî çêbû û lîçên biçûk cemed girtin.