29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Li Fatîha navçeya Stenbolê agirê ku bi avahiyeke dîrokî ket bû sedema xisarê.
Li gor agahiyên hat hildan avahiya yek qatî ya di kûçeya Çelebî ya li Taxa Ayvansarayê ku ji keviran hatibû çêkirin û hat hînbûn penaberên ji Sûriyeyê tê de dijîn şewitî.Alavên agir di demeke kurt de li seranserê avahiyê da ber xwe û geş bû û alavên wê pekiyan avahiyên derdorê jî.
Li ser vê talûkeyê ekîbên agirkujiyê yên ku hatin agahdarkirin hatin cihê bûyerê û mudaxale kirin.
Kesên di avahiyên derdorê de rûdiniştin bo ewlehiya canê xwe ji malên xwe derketin. Li taxê ji ber ku kuçe teng bûn û wesayît jî hatibûn parkkirin tîma agirkujiyê bi zor û zehmetî xwe gihand ber avahiya ku alav jê radibûn. Wisa tê texmînkirin ku ji ber sobeya ceyranê agir bi avahiyê ketiye û baş bû ku di dema şewatê de tu kes di avahiyê de tunebû û avahî jî ji ber şewatê bû xirbe.
Der heqê bûyerê de jî jêpirsîn dan destpêkirin.