28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
MARDÎN
Nufûsa Mêrdînê ji dawiya 2015an û wê ve, bûye 796 hezar û 591 kes.
Li gorî "Encamên 2015an yê Sîstema Qeydkirina Nufûsê li Gorî Navnîşanan" ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUIK), nufûsa Mêrdînê zêde bûye.
Hat ragihandin ku nufûsa Mêrdînê ji 31ê meha berfanbarê û wê ve, 796 hezar û 591 kes e. Di 2014an da nufûsa Mêrdînê weke 788 hezar û 996 kesan hatibû qeydkirin.
Li gorî vê zanyariyê 7 hezar û 595 kes li nufûsa Mêrdînê zêde bûye.