28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane û hatine Sûra navçeya Diyarbekirê, vê carê jî ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê mexdûr bûn.
Qedexeya derketina derva ya ku bi mebesta dagirtina xendekan, rakirina barîkatan û paqijkirina ji teqemeniyên destî li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê ji 28ê mijdarê ve operasyon berdewam in.
Di çarçoveya operasyonan da duh li 5 taxên din jî qedexeya derçûnê hatibû ragihandin û hejmara taxên ku qedexe lê ye bû 11 tax.
Di nava wan kesên ku ji ber mexdûrbûna ji êrîşên terorê direvin, malbatên Sûriyeyî yên ku ji ber zulma Esed reviyane û li Sûrê bicîh bûne jî hene.
Yek ji penaberên Sûriyeyê bi navê Suphî S. (58) ku boyaxçîtiya pêlavan dike, di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da destnîşan kir ku ji ber bûyerên terorê yên li Sûrê bê kar maye û got, "Bi mebesta jiyaneke nû em hatin Tirkiyeyê û li taxa Cemal Yilmaza Sûrê, me xaniyeke kirê kir, lê ji ber van bûyeran, êdî em nikarin li wê derê bijîn û em derketin."
Suphî S, anî ziman ku bêyî ku eşyayê xwe derxin ji mal derketine û got, "Ji tirsa canê xwe ra em rût û şût ji malên xwe derketin. Diyarbekir bajarekî gelekî xweş e, lê mixabin ji ber van bûyerên terorê, em nema karin bixebitin. Tekane hêviya me xilasbûna vî şerî ye"
- "Em di mala xwe da asê man"
Penaberekî din yê Sûriyeyê bi navê Faruq H. (37) ew jî digel jin û 3 zarokên hatiye Diyarbekirê û ji ber bûyerên terorê mexdûr bûye.
Faruq H. got, "Li Sûriyeyê em bi dengê bombe û teqîna ra dijiyan. Ji ber kuştin û texrîbatan em neçarî koçê bûn, em hatin Sûrê, lê em li vê derê jî mexdûr bûn me mala xwe berda û em reviyan."