30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2016
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê keleka penaberên ku dixwestin bi qaçaxî derbasî girava Mîdilliyê ya Yewnanistanê bibin binav bû û li gor agahiyên ewil 5 jê zarok 33 kes xeniqîn.
Li gor agahiyan penaberên ji Burma, Efxanistan û Sûriyeyê ku jin û zarok jî di nav da bûn, ji bo herin Mîdilliyê ji gundê Bademliyê bi kelekê derketin rê.
Keleka penaberan piştî demekê ji ber sedemeke ku nayê zanîn binav bû.
Hat diyarkirin ku li gor agahiyên ewil 5 jê zarok 33 kes xeniqîn û tîmên Fermandariya Botan a TCSG-17yê 43 kes xilas kirin.
Hat destnîşankirin 43 kesên ku hatin xilaskirin anîn Kuçukkuyuyê û bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Edremitê kirin.
Wek mayîn cinazeyê kesên ku xeniqîn jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê.