Murat Kaya
26 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 08 Sibat 2024
Li Narmana navçeya Erziromê herêma Kevirên Cinan yên Narmanê û derdorê wê bi berfê sipî bûn.
Herêma Kevirên Cinan yên Narmanê ku 90 kîlometre dûrî Erziromê ye dişibe Geliyê Grandê ya li Amerîkayê. Li herêma Kevirên Cinan yên Narmanê 12 gelî hene.
Her sal gelek geştiyarên biyanî û xwemalî tên serdana vê herêmê.
Piştî berf ket herêma Kevirên Cinan yên Narmanê û derdorê wê ji berfê sipî kirin û ev dîmen bi dronê hat kişandin.