Muhammet Mutaf,Günay Nuh
23 Sibat 2023•Rojanekirin: 23 Sibat 2023
Li Erzirom, Qers û Erdexanê hê jî serma û seqema zêde heye.
Li Herêma Rojhilatê hewaya herî germ di bin sifirê da li Agiriyê 5, li Qersê 3 û li Erzirom û Erdexanê 2 pile hat pîvandin.
Li navendên qaşûnê qalindiya berfê li Palandokenê 145, li Palandoken 2yê 49 û li Sarîqamîşê 60 santîmetre hat pîvandin.
Li Erziroma hefteya borî berf barî serma û seqem heye. Li bajêr ji ber sermayê li rê û peyarêkan cemed û sivêrnekên avahiyan jî cembelîk çêbûn.
Li navenda Erdexanê sibehê berf barî û li Sarîqamîşa navçeya Qersê ji ber serma û seqema zêde cemed çêbû.