Tevhid Furkan Nehri,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
03 Sibat 2026•Rojanekirin: 04 Sibat 2026
Li Erzirom, Erdexan û Qersê berf dibare.
Li Erziromê berfa ku serê sibê dest pê kir, kuçe û kolan nixumand.
Ekîbên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
Ji ber qeşagirtinê ekîban li ser rêyan jî xoyê reşand.
Li Erdexanê li navenda bajêr berf û baran bi hev ra barî, li deverên bilind jî berf barî.
Li Qersê berfa ku duh dest pê kir, serê sibê jî dewam kir.
Baran û berfa ku wek şilope dem demî barî bû sedema tengasiyê.
Piştî ku berf barî li ser rêyan golên avê çêbûn.
Hin welatiyan berfa li pêş mala xwe paqij kir.
Mizgefta Fethiyeyê ya ku bi berfê nixûmiye dîmenên xweş derxist holê.