Li Sêwasê serwîsa xwendekaran welgeriya, 14 kes birîndar bûn
Sivas
Li Yildizeliya navçeya Sêwasê serwîsa xwendekaran welgeriya, 14 kes birîndar bûn.
Serwîsa xwendekaran a ku şofêrê wê Mehmet Ateş û plaqeya wê 58 AHA 260 e li Taxa Karginê ya bajaroka Guneykayayê welgeriya.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên tenduristî û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr û 13 xwendekar birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
