Jiyan

Li Hekariyê zinarê ku ji palê tilol bû, dîwarê xaniyekî qul kir

Sayim Harmancı  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 03.02.2026
Li Hekariyê zinarê ku ji palê tilol bû, dîwarê xaniyekî qul kir Sayim Harmancı

Hakkari

Li Hekariyê zinarekî ku ji palê tilol bû, zirar da dîwarê daîreya avahiyeke 4 qatî.

Li Taxa Karşiyakayê zinarekî ku ji palê tilol bû, li dîwarê daîreya qata yekem a Yusuf Dayan ket.

Di kêliya bûyerê da kesek di odeyê da tunebû û dîwarê odeyê xesar hilda.

Li ser cabdayînê ekîbên AFAD û şaredariyê çûn taxê û li cihê ku zinar li xanî ketiye, tedqîqat kirin.

Îsmaîl Dayanê birayê xwediyê xanî diyar kir ku ji ber baranê zinar ketin.

Dayan diyar kir ku di xanî da xesar çêbû û wiha dewam kir, "Ev odeya razanê bû. Wê kêliyê kes li vê derê tunebû. Heke wisa nebûya dibe ku mirin jî çêbûbûya. Em li rayedaran geriyan. Xwedê jê razî be, Midûrê AFADê û Waliyê me yê rêzdar pir eleqedar bûn. Ekîb hatin vê derê. Zinarekî mezin dîwar qul kir. Talûkeya ketina zinarekî din jî heye. Ekîb wê wî jî berjêr bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.