Günay Nuh,Tevhid Furkan Nehri,Abdullah Söylemez
06 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2024
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê ji ber serma û seqemê qiravî ket û cemed çêbû.
Li Erziroma ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 7 pile hat pîvandin ji ber sermayê avên kaniyan cemed girtin.

- Erdexan
Li Erdexanê germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 11 pile hat pîvandin. Li bajêr rê û peyarêyan cemed girt û ji ber serma û seqemê li ser darên li daristana Çamliçatakê qiravî çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber ku hewa pir sar e, welatiyan wesaîtên xwe bi betanî û cawan nixamtin.
- Qers
Li Qersê jî ji ber serma û seqemê qiravî ket û cemed çêbû. Li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 14 pile hat pîvandin û ava çeman cemed girt.
