Günay Nuh
17 Sibat 2026•Rojanekirin: 17 Sibat 2026
Li Erdexanê di rêyan da xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Berf û bagera ku li texma Saharayê ya li ser rêya Erdexan-Şavşatê ku bajêr bi Behra Reş va girê dide û berf û bagera li ser rêya Turkgozu-Posof-Damalê ku bi Deriyê Gumrikê yê Turkozuyê va girê dide, di çûyîn û hatinê da dibe sedema tengasiyê.
Ekîbên rêbejê ji bo ku di rêyên navborî da tengasiya çûyîn û hatinê dernekeve, li Çiyayê Ilgar û texma Saharayê xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 183yemîn a Rêbejan digel paqijkirina berfa ser rêyan, xebatên berfirehkirina rêyan jî didomîne.