Günay Nuh
11 Nîsan 2024•Rojanekirin: 16 Nîsan 2024
Li deverên bilind ên Erdexanê berf ket û xaniyên zozanê di binê berfê da man.
Li Zozanê Bilbilanê ku raqima wê 2 hezar û 580 e û di navbera Erdexan û Artvînê da ye, bi gelemperî zivistanê berf dikeve û bager radibe.
Ji ber ketina berfê zozanê ku welatî havînê derdikevinê spî çîl bû. Xanî heta baniyan di binê berfê da man.
Zozanî ji bo ku hilgêrin zozanê, li benda vehelîna berfê sekinîne.