Muhammed Onur Yavrutürk
11 Nîsan 2024•Rojanekirin: 16 Nîsan 2024
Şelaleya Muradiyeyê ya li Wanê bi bandora baranên vê dawiyê û heliyana berfê êdî gurtir diherike.
Şelaleya Muradiyeyê ku yek ji bedewiyên siruştî yên Wanê ye, di hemî serdemên salê da bi bedewiyên xwe li ber çav e.
Şelaleya ku zivistanan diqerise û havînan derdora wê bi kulîlkên rengawreng dixemile, mazûvaniya geştiyarên xwemalî û biyanî dike.
Geştiyarên ku di bêhnvedana cejnê da xwe li şelaleyê girtin, dîmena bê hempaya ku dîtin bi kamêrayên telefonên xwe kişandin.
Fotografêrê siruştê Recep Dag ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku Şelaleya Muradiyeyê di her demsalê da sipehî û bedewiyeke cuda pêşkêş dike.
Dag anî ziman ku şelale bi menzereya xwe herkesî ji xwe ra dike heyran û got, "Van rojan bi heliyana berfê ra debiya şelaleyê bilind bû û bedewiyeke wisa bêhampa derxist holê. Em fotografêr jî bi mebesta kişandina dîmen û fotografan li vêderê ne. Em hemî siruşthezan vedixwînin Şelaleya Muradiyeyê."