Jiyan

Li Wanê aşît ket rêya ku ekîban xebat lê diajot

Zafer Tayfur  | 10.04.2024 - Rojanekırın : 12.04.2024
Li Wanê aşît ket rêya ku ekîban xebat lê diajot

Van

 Li Başqeleya navçeya Wanê aşît ket rêya ku ekîba maliştina berfê xebat lê diajot.

Rêya gundikê Doyumê ya li ser taxa Dalliya Jor a girêdayî navçeyê, ji ber berf û bahozê hat girtin.

Ekîba maliştina berfê ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêya gundik dest bi xebatê kirin.

Li rêya ku ji ber berf û bahozê qalindiya berfê lê digihe 3 metroyan, di dema xebatê da aşît ket.

Ji ber bahozê û rîska aşîtê xebat ji bo demekê hat sekinandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın