Türkan Tosun
12 Mijdar 2019•Rojanekirin: 14 Mijdar 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li 5 bajaran dakete binê sifirê.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî be.
Bi şev û destê sibê hişkî, cih cihan jî mij û dûman wê çêbibe.
Li herêmê germahî wê di asta demsalê da be, ba jî wê ji aliyê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî kêm, li Tunceliyê 1, li Erzinganê 0, li Îdirê û Erziromê di bin sifirê da 3, li Agiriyê di bin sifirê da 7, li Qers û li Erdexanê jî di bin sifirê da 8 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde wê li Tunceliyê 20, li Îdirê 18, li Erzinganê 17, li Agiriyê 16, li Erzirom, Qers û Erdexanê jî 14 pile be.
Li Navenda Şiqitandinê ya Palandokena Erziromê qalindahiya berfê 5 santîmêtro hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexenê ji ber hewaya sar û hişkiyê rûyê Gola Kurayê cemidî. Rûyê golê herî zêde nêzîkî taxa qerajan cemidî.
Welatî Berkant Ezer ji nûçegihanê AAyê got rûyê Gola Kurayê qerisî ye û anî ziman ev qeşa wê her ku here qalintir bibe.