Önder Beyter
12 Mijdar 2019•Rojanekirin: 13 Mijdar 2019
Heywandarên ku li zozanên Çiyayê Agiriyê ku wekî "baniyê Tirkiyeyê" tê tewsîfkirin, serdema bihar û havînê derbas kirin, piştî ku serma ket erdê dageriyan.
Çiyayê Agiriyê yê 5 hezar û 137 metre bilind, bi cure celebên nebatan, delavên avê û xweza û siruşta xwe ya newaze va hersal gelek koçer û heywandaran li zozanên xwe yên bilind diezimîne. Li zozanên deverê yên wekî Korhan û Serdarbilaxê heywandar qedera 6 mehên salê pezê xwe diçêrînin. Piştî ku bi hatina payîzê ra serma dikeve erdê, koçer û heywandar birên xwe didin pêşiya xwe û vê carê berê xwe didin deştan.
Li Çiyayê Agiriyê dagêra dawîn a salê
Ferzende Guç ku îsal li zozanên Çiyayê Agiriyê herî dawîn da ser rêya dagerê, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, berî ku berf bibare wan dest bi amadekariyên dagerê kir. Guç bal kişand ku ev qedera 30 salan e ew tên zozanên Çiyayê Agiriyê û wiha xeberda, "Bi hatina biharê em diçin zozanên li Çiyayê Agiriyê. Niha êdî payîz hat, hewa li zozanan bêtir sar e, lewma jî me da ser rêya dagerê û me birên xwe anîn deştê."
- "Em ê heya serê çileyê heywanên xwe li deştan biçêrînin"
Heywandar Ahmet Aras jî diyar kir ku heywandarî karekî dijwar e, lêbelê ji ber ku deriyê wan ê nan e, ew li hemberî van zehmetiyan li ber xwe didin û wiha pê da çû:
"Em li zozanê xwe yê li Çiyayê Agiriyê 5 mehan man, lêbelê êdî li wir çêre nema ku pez biçêre, ji ber hindê em berjêrî deştê bûn. Pîşeyê me gelekî zehmet e, lê ka em çi bikin, ji ber ku em bi tenê bi vî şixulî beled in, lewma em dest jê nakişînin. Em niha ji zozanên ku em biharê derketibûn berjêrî deştê bûn. Êdî em ê heya serê çileyê heywanên xwe li deştan biçêrînin."