Jiyan

Bi hunera ebrûyê va cil û bergên rengîn disêwirîne

Hunermendê ebrûyê Mehmet Alper Çîftçiyê ku li Şanliurfatê dijî ji qumaşên rengîn ên li ber hunera ebrûyê hatine neqişandin kincên wek şal, cil û berg û îşlikan disêwirîne û kincên wî gelek tên ecibandin

İbrahim Atmaca  | 12.11.2019 - Rojanekırın : 13.11.2019
Bi hunera ebrûyê va cil û bergên rengîn disêwirîne

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê hunermendê ebrûyê Mehmet Alper Çîftçî ji qumaşên rengîn kincên wek şal, cil û berg û îşlikan disêwirîne.

Mehmet Alper Çîftçî di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê da li kuçeya Hunerê ya li Eyubiyeya navçeya navend xebatên hunera ebrûyê dike û ji bo ku hunera xwe pêş bixe dest bi xebateke cuda kir.

Çîftçî hunera ebrûyê li ser qumaş jî çêdike û bi van qumaşan va kincên rengîn çêdike û kincên wî tên ecibandin.

Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew hunera ebrûyê li ser dar, texte, kevir, qumaş jî çêdike.

Çîftçî diyar kir, ew di çêkirina qumaş da bi temamî berên siruştî dixebitîne û ebrûyê li ser qumaş dineqişîne û wiha dewam kir:

"Ez firçeyên ku ji mûyê hespan û çiqlê gulê hatine çêkirin, dixebitînim. Ebrûya em çêdikin bi temamî li ser ava siruştî ye û boyaxên ku ji axê hatine bidestxistin em dixebitînin. Piştî ku em ebrûyê li ser qumaş dineqişînin, em bi wî qumaşî va şalpe, şal, kinc, îşlik û qravêtê çêdikin."

Çîftçî diyar kir, kincên ku ew bi hunera ebrûyê rengê wan didê, rojane jî meriv dikare li xwe bike û wiha dewam kir, "Taybetiya herî mezin a van kincan, piştî şûştinê boyax jê naçe."

Çîftçî diyar kir ku ziyaretvanên ku li kuçeya Hunerê digerin, kincên wî pir diecibînin û wiha dewam kir, "Jin dema ku kincan dibînin, dibin hijmetkar. Wexta ku li xwe dikin jî pir kêfxweş dibin."

Çîftçî daxuyand wexta Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Şanliurfa ziyaret kir, kincên wî jî dît û pir eciband û wiha dewam kir, "Me qatek kinc diyariyê wê kir, qravêtek jî diyarî Serokomarê me kir. Wê ji me ra pêşniyaz kir û got ku 'Van beran pêş bixin û danasîna wan ji dinyayê ra bikin'."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.