Jiyan

Li Erdexanê berf û bager di çûyîn û hatinê da tengasiyê derdixe

Günay Nuh  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 09.02.2026
Li Erdexanê  berf û bager di çûyîn û hatinê da tengasiyê derdixe Günay Nuh

Ardahan

Li Erdexanê berf û bager di çûyîn û hatinê da dibe sedema kişandina tengasiyê.

Berfa ku ber bi êvarê li deverên bilind dest pê kir, cî bi cî vegiherand bagera pûkê.

Bi rabûna bagerê ra pûk zêde bû û mesafeya dîtinê kêm kir.

Bagerê bi taybetî di navbera rêya Erdexan û Şavşatê da li texma Saharayê û di rêya Turkgozu-Posof-Damalê da li texma Çiyayê Ilgarê nehişt ku wesayît biçin û bên.

Bager û pûka ku tesîra wê li ser rêyên din jî hene, dibe sedema cemedê.

Ekîban li gelek deran xebatên paqijkirina berfê da destpêkirin, lê ji ber bagera berfê xebat bi zehmetî tên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın