Berf û bagerê rêya 453 niştewarên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê girt
Hakkari
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 453 cî û waran hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 86 tax û 55 mezreyan girt.
Ekîb ji bo vekirina 141 rêyên girtî dixebitin.
Li navenda bajêr jî serê sibehê berf ket.
Ji ber berf û mijê li deverên bilind mesafeya dîtinê kêm bû, ekîbên rêbejan li rêyên sereke tevdîr hildan.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, berfê li tevahiya bajêr rêyên 165 cî û waran girt.
Kurtkan daxuyand, ji bo vekirina rêyan ekîb li qadê dixebitin.
Ekîbên Şaredarî û Rêbejan jî li deverên ku lê berpirsiyar in, berf avêt û xoyê reşandin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berfê li tevahiya bajêr rêyên 144 cî û waran girt û ji van rêyan 143 hatin vekirin.
Ji bo vekirina rêya gundê Alanê yê li ser navçeya Şemdînliyê, xebat dewam dikin.
- Mûş
Li Mûşê duh êvarê li deverên bilind berf ket.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, berfê rêyên 146 gundan girt.
Yentur diyar, ji bo ku rê di demeke kin da werin vekirin û welatî mexdûr nebin, ekîb li qadê dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
