Haydar Şahin
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bidlîsê di çarçoveya çalakiyên remezanê da şahî hat lidarxistin.
Di şahiya ku bi piştgiriya qaymeqamtî, şaredarî û dildaran hat lidarxistin û du rojan dewam kir da welatiyan bi lîstikên palyaço, Hecîwat-Qeregoz, Îbîş û Memîş, Pîşekar û Kavuklu va dema xwe derbas kirin.
Di çalakiya ku bi destê Arzu Ozkana jina Qaymeqamê Tetwanê Mehmet Alî Ozkan hat lidarxistin da zarokan eleqeyeke mezin nîşanî lîstikan da, li zarokan şekirê sor, pifik û çîkolate hat belavkirin.
Qaymeqamê Tetwanê Mehmet Alî Ozkan, Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy û Abdulbakî Menteşê Alîkarê Şaredar, Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Bidlîs Erenê Zahît Kuldaş, Midûrê Katibiya Taybet a Rektoriya Zanîngehê Oktay Şubaşi, Cengîz Şahînê Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Tetwanê, amirên saziyên dewletê, nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.