Günay Nuh,İlhami Erkılıç,Hüseyin Demirci
20 Adar 2026•Rojanekirin: 21 Adar 2026
Li Erdexan û Qersê berf, li Erziromê jî berf û baran bi hev ra wek şilope barî.
Li Erdexanê berfa ku serê sibê dest pê kir, hê dewam dike.
Ji ber berfê bajêr çîlspî bû û hewa jî sar bû.
Li deverên bilind ji ber berfê di hatin û çûyînê da tengasî çêdibe.

- Qers
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berf barî.
Ji ber berfê kuçe, kolan û daristanên sariçamê bi berfê nixûmîn.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 18emîn a Rêbejayê berfê paqij kirin û xoyê reşandin.
- Erzirom
Li Erziromê jî berf û baran bi hev ra barî.
Barana ku serê sibê dest pê kir, paşê guherî berfê.
Ji ber hewaya sar li ser hin rê û peyarêyan qeşa çêbû.