Jiyan

Li Bîngolê du qezayên trafîkê çêbûn û 6 kes birîndar bûn

Rıdvan Korkulutaş, Ahmet Dengeşik  | 20.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
Li Bîngolê du qezayên trafîkê çêbûn û 6 kes birîndar bûn Bingöl Emniyet Müdürlüğü

Bingöl

Li Bîngolê du qezayên trafîkê çêbûn û 6 kes birîndar bûn.

Wesayîta ku şofêrê wê F.K. û plaqeya wê 12 ACH 327 li ser rêya Bîngol-Gençê li taxa fabrîqeya keviran, wesayîta bazirganiyê ya sivik ya ku şofêrê wê A.A. û plaqeya wê 12 AR 048 e jî li cihê kontrolê ya cendirmeyan a li gundê Yolçatiyê li dîwarê bêton qelibî û welgeriya.

Di qezayê da 6 kesên ku di wesayîtan da bûn, birîndar bûn.

Li ser cawdayînê ekîbên cendirme, polês, agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî giran e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın