Jiyan

Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî çaverêyî ewladên xwe ne

Aydın Arik  | 20.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî çaverêyî ewladên xwe ne Aydın Arik

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin di Eyda Remezanê da jî çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 2391ê da didome.

Hejmara malbatên nobetê digirin, bi beşdariya malbatên nû va bû 385an.

Her wiha bi xêra çalakiya rûniştinê ya bi biryardarî tê meşandin, 73 malbatan ewladê xwe ji nav lepê terorê derxist.

Malbatên ku bi dilkovaniya dûrbûna ji ewladên xwe pêşwaziyê li Eyda Remezanê dikin, li benda xebereke xêrê ya ji zarokên xwe ne.

Mevlude Uçdaga ku ji bo kurê xwe Ramazan di çalakiyê da beşdar e, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew dixwaze bigihîje ewladê xwe yê ku bi salan e jê xeberê nastîne.

Uçdagê bal kişand ku ew ê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin û her wiha ew ji ewladên xwe li benda xebereke xêrê ne û wiha dewam kir, "Li vir em seba ewladên xwe têdikoşin. Min zehf bêriya ewladê xwe kiriye. Ku di eydê da kurê min li cem min bûya, dê ji bo min bibûya cot eyd."

Bedriye Usluya ji dayikan jî diyar kir ku ew seba kurê xwe Mahmut têkoşîna xwe didomîne.

Usluyê bal kişand ku eydên bêyî kurê wê, kezeba wê dişewitîne û wiha dewam kir, "Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê ji çalakiya xwe venegerim. Xwedê kesî bi ewladên wan îmtihan neke. Xwezî kurê min bihata, me eyd bi hev ra derbas bikira. Wê demê dinya dê bibûya ya me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın