Mehmet Sıddık Kaya
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 24 Îlon 2025
Li Balara navçeya navendî ya Diyarbekirê ji ber şewata ku di xaniyekî da derket 4 kes ji dû bi bandor bûn.
Li taxa Oglakliya navçeyê di qata 4an a avahiyekî da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, şewat derket.
Li ser îxbarê ekîbên tendirustiya Acil a 112ê, îtfaiye û cendirme hatin sewqkirin.
Şêniyên avahiyê di malên xwe yên ku ji ber dû asê mabûn, bi alîkariya ekîban hatin derxistin.
Bi midaxeleya ekîban şewat hat vemirandin. 4 kesên ku duxanê bandor li wan kir, rakirin nexweşxaneyan.
Sedema şewata ku di xanî da bû sedema zirarê, tê lêkolînkirin.