İzzet Mazı
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 25 Îlon 2025
Li Turkogluya navçeya Kahramanmaraşê, cotkar bi dronan li ber serê zeviyên garisê spî yê wekî qûtê çivîkan tê emilandin, nobetê digirin da ku çivîk ziyanê nedin zeviyan.
Li Deşta Saglikê ya Turkogluyê cotkarên ku îsal bi zehmetiyeke mezin garis ajotin, pir hewl didin ku berî rakirina ber û berhemê, çivîk zirar û ziyanê nedin zeviyan.
Cotkarên ku sibehê zû diçin ber serê zeviyan, bi rêbazên edetî hewl didin çivîkan ji zeviyê dûr bixin.
Di vê çarçoveyê da rêbazên wekî teqandina demançeya torpîlê, lêdana sîrenên traktorê û ajotina motosîkletan di nav korzên zeviyan da tên bicîkirin.
Lê ji ber ku ev rêbaz têrê nakin, cotkaran vê carê anîn û sûd ji dronan jî girtin.
Mustafa Polatê cotkar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku çivîk zehf ji garisê spî hez dikin.
Polat bal kişand ku nexasim berî wextê dirûna zeviyên garis, ew li dijî çivîkan dest bi têkoşîneke mezin dikin û wiha dewam kir, "Heger em nobetê negirin, zirar û ziyaneke pir mezin didin mehsûlê me. Me îsal dest bi emilandina dronan kir. Rêbazên em bi kar tînin, yek jî zirarê nade çivîkan, bi tenê deng derdixin da ku çivîk dûr kevin."
Halil Ogul jî destnîşan kir ku çivîk nexasim wextê şefeqê, berê xwe didin zeviyan.