Bülent Temiz
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 24 Îlon 2025
Li Karliovaya (Kanîreş) navçeya Bîngolê, rêyên gundan tên qîrkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Qaymeqamtiya Kanîreşê hat dayîn, îhaleya qîrkirinê ya rêyên mezreyên Hasanova Çira Jorîn û Çatak Daxçayirê hat kirin û rê hatin qîrkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bi xebatên ku kuta bûn va çûyîn û hatina welatiyan hêsantir bû, konfora deverên gundewar hat zêdekirin. Em spasiya hemû sazî û sazûmaniyên ku keda wan tê da çêbû, dikin. Gelê me xêrê ji rêyên xwe bibînin."