Sabri Sarcan
15 Tebax 2024•Rojanekirin: 22 Tebax 2024
Li Çiyayên Arasê yên li herî rojhilatê Tirkiyeyê, vekirina kewarên hingiv ên li cihê têrçêre û pirnebat dest pê kir.
Zozanên Çiyayên Arasê dikevin navbera Îdir û Agiriyê, raqima wan qedera 2 hezar û 500î ye.
Herêma ku ji hêla nebat û cisnên kulîlkan va dewlemend e, ji xeynî heywandariyê di hilberîna hingiv da jî xwedî roleke girîng e.
Li zozanên ku îsal bi barîna zêde ya baranê va bi çêre û kulîlkan va rengîn bûne, hilberînerên hingiv hingivê xwe yê ewil ê sezonê ji kewaran derxist.
Serokê Yekîtiya Mozvanên Îdirê Huccet Şabahat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku nexasim li zozanên raqimbilind ên navçeya Tuzlucayê, hilberîner hingivê organîk hildiberînin.
Şabahat bal kişand ku li bajêr 300 hilberînerên aktîf hene û wiha dewam kir, “Em dikarin bêjin li gorî par hilberîna hingiv zêdetir e. Em texmîn dikin, qedera 160 tonî hingiv dê bê hilberîn.”
Hilberîner Onder Tokaç jî diyar kir ku qedera 10 salan e ew li zozanên raqimbilind ên navçeya Tuzlucayê mozvaniyê dike.
Tokaç bal kişand ku wan ji laboratuvarê ji bo hingivê ku hildiberînin, belgeya analîzê wergirt û bi vê belgeyê va ew wê yekê nîşanî gel didin ku hingivê wan, ji sedî 100 organîk e.