Ekrem Payan
15 Tebax 2024•Rojanekirin: 16 Tebax 2024
Darkutoka ku li Şirnexê li nava erdan bi birîndarî hat dîtin tê dermankirin.
Li çolwarê navendê kesê ku darkutokeke birîndar û ji halketî dît, rewş bi Şaredariya Şirnexê û Rêveberiya Şaxa Şirnexê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) ragihand.
Ekîb hatin cihê bûyerê û darkutok birin Yekeya Midaxeleya Acil a Rehabîlîtasyon û Dermankirina Ajelên Kovî ya Şirnexê.
Darkutoka ku li wêderê tê dermankirin piştî ku rehet bû ewê berdin siruştê.