Jiyan

Li Çiyayê Ilgazê berf barî û mij çêbû

Bilal Kahyaoğlu  | 12.10.2025 - Rojanekırın : 12.10.2025
Li Çiyayê Ilgazê berf barî û mij çêbû Bilal Kahyaoğlu

Kastamonu

Li Çiyayê Ilgazê ku di nav navendên kaşûn û turîzma zivistanê yên Tirkiyeyê da xwedî cihekî girîng e, berf barî û mij çêbû.

Li Çiyayê Ilgazê yê li sînorê Kastamonu-Çankiriyê ye pileya germê daket.

Li lûtkeya çiya û li cihê kaşûnê berf barî, mij çêbû.

Li herêmê piştî ku berf barî daristan çîlspî bû.

Dîmenên berf û mijê bi droneê hatin girtin.

Ji welatiyan Seyfi Kayhan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, got ku ew ji Enqereyê hatiye Kastamonuyê ku bigere.

Kayhan got ku wextê hîbûye ku berf dibare hatiye Çiyayê Ilgaz û wiha dewam kir: "Ev cara ewil e ku ez hatim. Cihekî xweş e. Berfa ewil a serdemê min li vir dît. Hesteke xweş e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın