Rıdvan Korkulutaş,Rüştü Nesip Çiftçi,Bülent Temiz
12 Nîsan 2025•Rojanekirin: 13 Nîsan 2025
Li navenda Bîngolê û derdora wê berf barî.
Li bajêr piştî barana êvarkî barî, li navenda bajêr û derdora wê û li navçeyên Kanîreş (Karliova) û Solaxanê (Solhan) berfê lê kir.
Ji ber berfa heya şeveqê barî rê hatin girtin û bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir.
Geştiyarên li dora Çemê Muradê çadir vegirtibûn û ketibûn kampê, bi berfê ra şiyar bûn.
Li navçeyên Kanîreş û Solaxanê her der bi berfê çîlsipî bû.
Ekîban dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.